ENQERE - Parêzerê 44 salan Yûsûf Alataş rewşa darazê nirxand û got: “Ev çend salên dirêjin ez vî karî dikim, bi rastî jî min tu demê neditiye ku daraz evqas ketiye bin zextyan û alîgir bûye.”
Li Tirkiyeyê îro piştî guhertina pergalê betlaneya darazê destpê dike. Ji ber ku cudahiya di navbera hêzan de ji holê hatiye rakirin, bawerî û bêaliya darazê îro bêtir tê nîqaşkirin. Parêzerê 44 salan Yûsûf Alataş pêkanînên darazê yên di nav salekê de û pêşeroja wê nirxand. Parêzer Alataş, diyar kir ku li Tirkiyeyê serxwebûn û bêaliya darazê her tim hatiye nîqaşkirin û wiha axivî: “Daraz her tim li gorî talîmat û daxwazên desthilatdaran tevgeriyaye. Li Tirkiyeyê li gel ku her tim di darazê de sererastkirin, hatine kirin jî tu demê serxwebûn û bêalî nemaye.”
‘EDÎ DEWLET BERÊ PÊŞÎN MEHKÛM DİKE’
Alataş, da zanîn ku berê rêveberan hurmet ji serxwebûn û bêalîbûna darazê re girtine û û wiha got: “Rêveberên niha fikara wan a ku dê bi mudaxaleyên wan nîqaş li ser serxwebûn û bêalîbûna bên kirin tune ye. Ji ber ku fikareke wan tune ye bere pêşîn mirov û saziyan mehkûm dikin.”
Alataş, destnîşan kir ku mudaxalekirina darazê qanûnî kirine û wiha pê de çû: “Bi awayekî şiklî hîyeraşiya darazê dane aliyekî. Bifikirin Dadgeha Makqanûnî biryarek dide biryara wê ji aliye dadgeha di bin wê de nayê nasîn. Qanûnên ku azadiya mirovan eleqedar dikin nayê pêkanîn.”
‘KESÊN PİŞTGİRÎ DANE DÊ BİBÎNİN PIŞTGIRÎ DANE PERGALEKE ÇAWA’
Alataş, herî dawî nirxandineke bi vî rengî kir: “Ez 44 salên vî karî dikim lê bi rastî jî min tu demê neditiye ku daraz evqas ketiye bin zextyan û alîgir bûye. Ji bo ku mirov ji peşerojê bêhêvî bikin her tiştî kirine. Ji ber ku hemû raye ketine destê kesekî dibe ku rewş hê jî xerabtir bibe. Ji ber vê sedemê di aliyê demokrasiyê de rojên xweş li benda Tirkiyeyê nînin. Kesên ku piştgiriya vê pergalê dikin jî maf û azadiya wan di talûkeyê de ye. Dê bibînin ku piştgirî dane pergaleke çawa. Lê rewş çi dibe bila bibe em ê ji bo bêalîbûna daraz û demokrasiye têkoşîna xwe bidomînin.”
MA / Berîvan Altan