MUGLA - Cenazeyê Seray Şîmşek ê di qenala sewqê ya komirê ya santrala termîk a navçeya Yatagan, dibin hezanê de ma, piştî 24 saet şûnde hat dîtin.
Di qenala sewqa komirê ya pergala rê ya Santral Termîkê a Taxa Şahînler a navçeya Yatagan a Muglayê de duh hezan rû da. Di bûyera hat jiyîn de, ji 11 karkeran 9 jê rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya MSKU û Nexweşxaneya Yucelen.
Bavê zarokekê Sezgîn Kiliç ê ji 2 karên dibin hezanê de ma, cenazeyê wî duh piştî 8 saet şûn de hatibû dîtin. Bavê 2 zarokan Seray Şîmşek ê dibin hezanê de ma, piştî 24 saet şûnde hat dîtin. Cenazeyê Şîmşek ê dibin dêzên hêsin de mayî, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Yatagan. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.