ÊLIH – Der barê parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryakî de bi boneya tev li merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Dewran Baysal ê li Colemêrgê jiyana xwe dest da bûn lêpirsîn hat destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryakî de bi boneya tev li merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Dewran Baysal (Simko Kerboran) ê di 8’ê tîrmehê de li Colemêrgê jiyana xwe dest da, bûn lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirin e” hat destpêkirin.