AMED - Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê parêzer Bariş Yavuz, diyar kir ku pêşniyara qanûna ku pêşkêşî meclîsê hatiye kirin, heke bê erêkirin dê Rewşa Awarte (OHAL) asayî bibe û got: “Pergala bêhiqûqî, dê bi bêhiqûqiyên nû berdwam bike”
Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê hat Îlankirin û 7 caran hat dirêjkirin, piştî 2 salan beriya 2 rojan hat rakirin. Li gel ku Rewşa Awarte (OHAL) rabû jî ji aliye AKP’ê ve bi armanca ku şûna wê bigire pêşniyar qanûneke nû pêşkêşî meclîsê hat kirin. Bertekên li dijî vê pêşniyara qanûnê berdewam dikin. Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê parêzer Bariş Yavuz pêşniyar qanûnê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Yavuz bi bîr xist ku OHAL dema ku hatibû îlankirin, ji aliye AKP’ê ve hatibû ragihandin ku dê tu bandora wê li ser civakê tunebe û wiha got: “Lê berovajiyê vê yekê Rewşa Awarte herî zê de bandorê li civakê kir. Pêşniyar qanûna ku pêşkêjî meclîsê hatiye kirin jî dê ji Rewşa Awarte ne cudatir be û herî zêde bandorê li civakê bike û gelek maf û azadiyên gel bên binpêkirin.”
‘REWŞA AWARTE DÊ ASAYÎ BİBE’
Yavuz, da zanîn ku AKP’ê li gel ku beriya hilbijartinê sozê rakirina Rewşa Awarte daye gel jî bi vê pêşniyar qanûnê sozê xwe bi cih nayne û pêşniyar qanûna ku dixwaze li meclîsê derbas bike maf û azadiyan teng dike. Yavuz got ku tu cudahiya pêşniyar qanûnê ji Rewşa Awarte tune ye û bi pêşniyar qanûnê re Rewşa Awarte tê asayîkirin.
‘DEMA BINÇAVKIRIN DIBE 12 ROJ’
Yavuz, destnîşan kir ku hikumet bi pêşniyar qanûnê dixwaze hêza xwe berdewam bike û ev tişt got: “Niha dema binçavkirinê 7+7 e. Di pêşniyar qanûnê de xaleke din li Qanûna Têkoşîna bi Terorê re tê zêdekirin û dema binçavkirinê dibe 4+4+4 e.”
TÊKETİNA QADAN
Yavuz, bal kişand ser rayeyên berfireh ku ji waliyan re hatine diyarkirin û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ev raye dê bibe sedema gelek maf û azadiyan û pirsgirêkên micid derkevin. Qedexekirina têketina welatiyan a qadekê sînordarkirineke micid e. Dema ku mirov li ser Amedê bifikire dibe ku têketina welatiyan a qada newrozê bi awayekî keyfî bê qedexekirin.”
MA / Esra Solîn Dal