ENQERE - Rakirina OHAL’ê berî du rojan hat ragihandin, lê ablukeya polîsan a derdora Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê ku bûye yek ji mekanên nîşaneya lêgerînvanên mafan, hîna ranebûye.
Rewşa Arwarte (OHAL) a di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin, 2 sal şûnde hat rakirin. Li gel vê yekê jî, ablukeya polîsan a derdora Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê ku bûye yek ji mekanên nîşaneya lêgerînvanên mafan, ranebûye. Karkerên çemawerî yên bi KHK’an ji kar hatin avêtin, ji bo paşve vegerîn karê xwe li ber bîrdariyê çalakî pêk anîn û tim rastî astengî, êrîş û zextên polîsan hatin.
Bîrdariya Mafê Mirovan a 424 rojin dibin ablukeya polîsan de ye, li pişt wê di qereqola mobîl a hatî avakirin de hîna gelek polîs hene.