STENBOL - Jinên hemfikirin ku têkoşînek zor û zehmet li benda wane, ji bo kampa havînê tên gelhev. Jin dê li kampa ji aliyê Piştevaniya Mor û Parastina Jin ve bê li darxistin de, dê xeta têkoşîna pêvajoya li pêş xwe, nîqaş bikin.
Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê, dibin navê Pergala Hikûmeta Serokkomariyê de, pergala serokatiyê tê pratîzekirin. Jin li dijî pergala serokatiyê, lêz dan rêxistinbûyîna xwe ya serdema nû û ji ber meha havînê dê di kompa havînê de li hev kom bibin û nîqaşên pêwîst bi rêve bibin. Jinên hemfikirin ku têkoşînek zor û zehmet li benda wane, dê li dijî polîtîkayên dijminantiya jin û zarokan dê rêya têkoşînê diyar bikin.
DÊ ALTERNATÎFÊN TÊKOŞÎNÊ NÎQAŞ BIKIN
Dê li kampê atolyeyên fîlm, panel, sohbet û nîqaşên zanista femînîst bên lidarxin. Jinên ku ji bajar û çandên cuda bên beşdarî kampê bibin, dê derfeta hev naskirinê bi dest bixin û alternatîfên têkoşînê yên li dijî pergala nû nîqaş bikin. Ji rêxistinên jinan Piştevaniya Mor û Parastin Jinê jî berî çend rojan banga tevlîbûnê li jinan kiribû. Li gorî vê yekê dê Parastina Jin di navbera 29’ê Tîrmeh- 2’yê Îlonê de li Dîkîliya Îzmîrê, dê bi banga “Ev pêl dê qet nesekine” kampê çêbike. Piştevaniya Mor jî, dê bi dirûşmeya “Azadî li ber serê me ye. Di destên me deye. Jin li ku derê bin li were” dê di navbera 3-4 û 5’ê Tebaxê de li Tesîsên Gone Kemal Turkler a Balikesîrê kampê çêbike.
Berdevka Piştevahiya Mor Gamze Ozkok û Aktîvîsta Parastina Jin Tugçe Ozçelîk bang li jinan kirin ku beşdarî kampan bidin û ramanên xwe yên darberê pêşxistina têkoşîna li dijî pergala nû de binîn ser ziman.
MA / Necla Demîr