AMED - Wesayîta karsaz ê Amedî û endamê HDP’ê Kamil Acar ê li ketina bajar nêzî Qereqola Pîrîçlîkê hatibû dîtin, ji aliyê jendermeyan ve hat lêkolînkirin.
Wesayîta karsaz ê Amedî û endamê HDP’ê Kamil Acar ê 20 kîlo mîtro ji bajar dûr li nêzî Qereqola Pîrîçlîkê hatibû dîtin. Li ser hewldanên malbatê piştî dîtina wesayîtê agahî hat dayîna polîs û cendermeyan. Tîma Lêkolînê ya Cihê Bûyerê ya Cendermeyan a piştî bûyerê bi 3 saetan çû cihê bûyerê, dest bi lêkolînkirina wesayîtê kirin. Bi temambûna lêkolînkirina bûyerê re, Parlemeterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Mûsa Farisgoullari û Hevserokên HDP’ê yên Amedê û komek parêzer berê xwe dan cihê bûyerê.
Piştî lêkolîna hat kirin û şûnde wesayîtê dan malbata Acar.
Piştî lêkolînkirina bi qasî 2 saet şûn de HDP’î, parêzer û malbata Acar ji cihê bûyerê veqetiyan. Hat ragihandin ji bo dîtina Acar lêgerîn didomin.Hate destnîşankirin ku ji bo dîtina Acar ji Navenda Giştî ya HDP’ê bi Misteşarê Wezarata Karê Hundir re ketiye nava têkiliyan.
Li aliyê din ji saetên şevê ve ferdên malbata Acar serlêdana Qereqola Alîşan a li Rezanê kirine. Dîsa parêzeran duh bi şev serlêdana windahiyê li Dozgeriya Amedê kirine. Vê sibehê ji bo Acar gilîyê bi darê zorê ya Acar a revandin ji bo Dozgeriya Siwêregê hatiye kirin.