STENBOL – Di serdegirtina avahiya Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepeyê de ji 16 kesên hatibûn binçavkirin, 8 kes hatin girtin.
Li Stenbolê di 15’ê tîrmehê de polîsên tîmên taybet bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sancaktepeyê de girt û 16 kes binçavkiribûn. 16 kes îro derxistin dadgehê.
Piştî dadgehkirinê Hevseroka HDP’a Sancaktepeyê Îlknur Yusufoglu, rêveberê HDP’a Stenbolê Nevzat Kiliç, Sistki Akbaş, Cahît Avci, Sabat Karul, Nesîm Kiliç, Abdurrahman Irmak, Nurettîn Sevluk hatin girtin. Mahmut Kahraman, Abdulkadir Kaya, Muhsîn Demîr, Îsmet Çam, M. Nurî Goksu, Temel Akçan, Nazli Ural û Lokman Akçan jî hatin berdan.