ENQERE – Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu û Wekîla Seroka Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî yên girtî dihatin darizandin di danişîna ewil a dozê de hatin berdan.
Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û Wekîla Seroka Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî bi boneya operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê şermezar kiribûn di nav de li 11 kesan doz hatibû vekirin. Hamzaoglu û Çelebî girtî dihatin darizandin. Danişîna ewil a dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û biryara berdana Hamzaoglu û Çelebî da.
Di çarçoveya dosyeya dozê de Gulîstan Kiliç Koçyigît, Serpîl Kemalbay, Musa Pîroglu û Tulay Hatîmogullari yên bûn parlamenterên HDP’ê jî serbest tên darizandin. Heyeta dadgehê der barê 4 wekîlan da jî biryara dê Meclîsê bipirsin ka wekîlin an na da.
Heyeta dadgehê biryara rakirina kontrola edlî ya ji bo siyasetmedarên serbest dihatin darizandin da û danişînê taloqî 29’ê çileya 2019’an kir.