AMED – Wesayîta karsazê ji Amedê Kamîl Acar li gundê Pirînçlîkê yê Amedê duh terkkirî hat dîtin û hat diyarkirin ji duh ve agahî ji Acar nayê girtin.
Wesayîta karsazê ji Amedê Kamîl Acar di navbera navçeya Siwêreg û gundê Pîrînçlîk ê Amedê terkirî hat dîtin. Ji duh êvarê ji Acar agahî nayê girtin. Acar du roj berê çû Nevşehîrê û duh ji wir zivirî. Wesayît li nêzî Qereqola Pîrînçlîkê ya Amedê hat dîtin.
DERKET HOLÊ PÊŞIYA WÎ GIRTIN E
Di dîmenên kamerayê de tê xuyakirin ku wesayîta Acar duh saet li derdora 20.00’an ji navenda Siwêregê derdikeve û ber bi Amedê ve tê. Rêwî û ajokarên wesayîtan ên di heman saetê de ji Siwêregê ber bi Amedê ve dihatin ji malbata Acar re ragihandin ku wesayîta wî ji aliyê kesên çekdar ve di navbera Qereqola Pîrînçlîk û Siwêregê de rawestandin e.
Tê diyarkirin ku di rojên dawî de li herêmê lêgerîn û lêpirsîna GBT’ê bi awayek kêfî pêk tê.
QEREQOL BI PÊKANÎNAN TÊ NASÎN
Qereqola Leşkerî ya Pîrînçlîkê ku di têketina Amedê de ye bi pêkanînên xwe û “faîl ne diyar” ên salên di salên 90’î de tê nasîn.