ENQERE - HDP'ê aqûbeta endamê Meclîsa Partiyê yê berê Kamîl Acar ê ji duh şev ve agahî jê nayê girtin û wesayîta wî nêzî gundê Pîrînçlîk ê Amedê hat dîtin, pirsî û got: "Endamê me Kamîl Acar ê ji duh şev ve windaya li ku ye?
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Endamê HDP û rêveberê Meclîsa Partiyê yê berê Kamil Acar, duh bi şev gava ji Rihay dihat Amedê, li gorî ragihandina şahidan, polîs Acar ji wesayîta wî tînin xarê. Ji wê saetê û şûn de agahî ji Acar nayê girtin." HDP'ê di daxuyaniya da de wiha got: "Em dixwazin têkildarî aqûbeta endamê me Kamîl Acar agahî bigirin. Endamê me û rêveberê me yê berê yê partiyê Kamîl Acar duh êvarî dema ji Rihayê dihat Amedê, li gorî şahidên bûyerê ji aliyê polîsan ve di wesayîta xwe de hatiye binçavkirin. Ji duh ve em agahiyan ji Acar nagirin û wesayîta wî 2 kîlometreyan nêzî Qereqola Pîrînçlîkê hat dîtin. Dozger û hêzên ewlehiyê yên ku hatin cihê bûyerê, bi hesasiyet nêzî bûyerê nebûn û bi tenê du leşkeran rapor dagirtin. Em bang li rayedaran dikin ku bila rewşa Kamîl Acar zelal bikin. Em ji rayedaran dixwazin ku têkildarî Acar agahiyan bidin û aqûbeta wî eşkere bikin.”