DÎLOK - Jina 7 meh ducanî Aysel Kurt di saetên şevê de, li nexweşxaneya navçeya Şahînbey jiyana xwe ji dest da. Bav Vakkas Kurt, diyar kir ku dibe keça wî ji ber tundiya ji hevjînê xwe didît, jiyana xwe ji dest dabe.
Li Taxa Esentep a navçeya Şahînbey a Dîlokê, jina 7 meh ducanî Aysel Kurt a 23’ê salî, ji ber ku di saetên şevê de nerehet bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîl. Ligel hemû hewldanan Kurt li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kurt, ji bo otopsiye şandin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê û dozger derbarê bûyerê de lêpirsîn da dest pê kirin. Piştî bûyerê, hevjînê Kurt ê bi mehra ol zewicîbûn Îsa Ç. hat binçavkirin û birin Midûryeta Polîsan.
AYSEL KURT DAVA EDECEĞİNİ SÖYLEMİŞ
Bavê Aysel Kurt, Vakkas Kurt ê ji bo cenazeyê keça xwe bigire li ber ATK’ê sekinî, diyar kir ku keça wî rastî tundiya hevjînê xwe dihat, ji ber vê yekê rakirin nexweşxanê. Bav Kurt, da zanîn ku xizmên zavayê wî agahî dan wî û wiha got: “Duh di saetên şevê de ez çûm mala keça xwe û min ne nesîhet li wan kir ku bi hevre baş derbas bikin. Keça min ducanî û zarokek wê hebû. Hevjînê wê ji me re got ‘ez wê naxwazim.’ Keça min jî nexwest zaroka xwe terk bike. Keça min got ‘Bavo ger tiştek bi min we re, ji ber ku ez derp kirim ezê derbarê wî de dozê vekim.’”
‘LÊVA KEÇA MIN TEQIYA BÛ’
Bav Kurt, da zanîn ku serê sibê agahiya mirina keça xwe bihîstin û got: “Di saetên serê sibê de, gava agahiya mirina keça min hat em şoq bûn. Bi şev dema ez çûm mala wê, lêva wê teqiya bû. Piştî min çi li keça min kirin nizanim. Tu nexweşiyên wê tune bûn.”
Kar û barên otopsiya Aysel Kurt di van saetan de temam bû.