ŞIRNEX- Bavê Cemîle Çagirga ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê li pêşiya mala xwe hatibû hatibû qetilkirin, Ramazan Çagirga ku beriya çend rojan hatibû girtin, tehliye bû.
Cemîle Çagirga di 14’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dema qedexeya derketina derve, li ber deriyê mala xwe hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 10 rojan di sarincokê de hatibû hiştin. Bavê Cemîle Ramazan Çagirga ku beriya çen rojan bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin, li ser îtîrazkirina biryara girtinê, duh di saetên êvarê de tehliye bû.