AGIRÎ - Hat îdîa kirin ku derbarê mirina Leyla ya 4 salî ya cenazeyê wê li Agiriyê hat dîtin de, pismamê bavê wê Mehmet Aydemîr hat girtin. Bavê Leyla Nîhat Aydemîr, anî ziman ku agahiyek bi tenê jî nedane wî û got: “Ez nizanim ji ber çi hatiye girtin.”
Li gundê Bezirganê yê Agiriyê, di roja ewil a cejnê de zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a winda bû, piştî 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Hat îdîa kirin ku derbarê mirina Leyla de, pismamê bavê wê Mehmet Aydemîr bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştin” hat girtin û şandin girtîgehê.
‘AGAHIYEK BI TENÊ JÎ NEDAN MIN’
Bavê Leyla Nîhat Aydemîr, têlikdarî girtina pismamê xwe Mehmet Aydemîr de axivî û wiha got: “Niha derbarê mijarê de, agahiyek bi tenê jî nedane min. Ez bavê Leyla me, lê heya niha kesekê tu agahî nedane min. Biryara veşartinê danîne ser dosyayê. Niha derbarê girtinê de tu agahiyek min tuneye. Ligel ku bavê Leyla me jî, ne dozger, ne walîtiyê, ne midûryeta polîsan û ne jî kesekê tu agahî nedane min. Ez niziman çi dibe. Min berê jî gotibû, ez qet nafikirim ku kesek ji gund tiştekê wiha kiribe. Ji ber ku rewşek wiha nayê aqlê şeytan jî. Gava Leyla winda bû, min xwest li hemû malan lêgerînê pêk bînin, lê nekirin. Tu agahiya min ji gotinên ‘di mala kesekê ku hat girtin de ewraq hatine dîtin, şopa tiliyên wî derketine de’ tuneye.”
Bav Aydemîr, derbarê binçavkirina 12 kesan de jî axivî û wiha got: “Ne tenê 12 kes binçav kirin, hemû kesên di gunde dijîn, Midûryeta polîsan ew di lêpirsînê re derbas kirin.”