NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê Navenda Perwerdeya Pîşeyî ya Polîsan ê Qeyseriyê Metîn Tanriver di merasîma mezûniyetê ya xwendekaran de axivî û ev peyvên sosret kir: “Hûn ê nehêlin di bin çavan re jî li dewletê bê mêzekirin û xayînên ku serî li hemberî dewletê radikin hûn ê wan îmha bikin.”
Li Navenda Perwerdeya Pîşeyî ya Polîsan a Qeyseriyê ji bo 622 xwendekarên ku beşdarî perwerdeyê bûbûn û mezin bûn, merasîma mezûniyetê hat lidarxistin. Merasîma ku li saloneke spor hat lidarxistin, Midûrê Navenda Perwerdeya Pîşeyî ya Polîsan ê Qeyseriyê Metîn Tanriver, serçavdêrên polîsan, mamoste û xwendekar beşdar bûn. Di merasîmê de Tanriver axaftinek bi sosret kir.
Tanriver di axaftina xwe ya bi sosret de ev tişt anîn ziman: “Di serî de hûn ê rast bin. Hûn ê mafê kesî nexwin. Hûn ê maf û hedê xwe zanibin. Ne girêdayî kes, rêxistin, cemaet, terîqet û şêxan bin. Cihekî ku hûn ê girêdeyî wê bin heye, ew jî dewlet e. Hûn ê destê kesî li hemberî dewletê nedin bilindkirin û gotin ji dewletê re nedin gotin. Hûn ê nehêlin di bin çavan re jî li dewletê bê mêzekirin û xayînên ku serî li hemberî dewletê radikin hûn ê wan topyekûn îmha bikin.”