WAN - Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar a hatibû berdan û 10 saet şûn de cardin hat binçavkirin, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Agiriyê dîsa hat girtin.
Hevşaredara navçeya Kopê ya Mûşê Fîgen Yaşar a nêzî 2 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma û hat berdan, piştî 10 saet şûn de cardin hat binçavkirin. Dozgerê Panosê îtîrazî berdana Yaşar kir. Yaşar bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Agiriyê dîsa hat girtin û şandin girtîgehê.