SÊRT – Ekîbên Şaredariya Sêrtê ya qeyûm tayîn kirin li taxa Barişê xebata binesaziyê dikin û ji ber vê xebatê rê û peyarê hilweşiyan û zemîna malên xelkê derizîn.
Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî şûna şaredariya DBP’ê ya Sêrtê kiribû. Ekîbên şaredariya Sêrtê ya qeyûm birêve dibe, li kolana Abdurahman Kavak û li ser Rêya Dihê yên di taxa Barişê de derbas dibin xebata binesaziyê pêk tîne. Di encama kolandina binesaziyê de rê û peyarê hilweşiyan. Ji ber kolandinê hin zemînên malên derdorê jî derizîn.
Tevî ku rê û peyarê hilweşiyan jî xebata binesaziyê didome û balkêş e tevdîr nehatine girtin.
Şêniyên taxê diyar kirin ku di zemînên malên wan de derz çêbûne û bi talûkeya hilweşandinê rû bi rû mane. Şêniyan anî ziman ku bi boneya tevdîr nehatine girtin û lêkolîne nehatiye kirin serî li şaredariyê dane û gotin: “Ji me re gotin em ê îro sibê tevdîrê bigirin. Lê hêj tiştek nekirine. Me dixapînin.”