WAN - 6 kesên têkildarî bûyera yek jî polîs 3 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan a li taxa Yalim Erez a navçeya Rêya Armûşê rû da, hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Polîsan berî 4 rojan li Kolana Eres a Taxa Yalim Erez a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser malekê de girtin, di serdemgirtinê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û polîsekê ku birîndar bû jî duh li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Têkildarê bûyerê, 6 kesên zarokê 15 salî jî dinavê de hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Welatî Abdulbakî, Ayhan, Ayfer, Fettullah, Şahîn û Dîlan Gurur ên ji heman malbatê û Şehrîban Mamuk ên 4 rojan dibin çavan de man, bi sûcdariya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê.