STENBOL – Dadgehê bi îdiaya “Nasnameya şahidê di têkoşîna terorê de erk girtiye aşkere û belav kiriye” 2 sal û 3 meh cezayê hepsê li nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun birî. Dadger ceza taloq nekir.
Di 20’ê îlonê de li dijî DHKP-C’ê operasyon hatibû lidarxistin û parêzer binçav kiribûn. Nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun jî darizandina di binçavan de kiribû nûçe. Bi îdiaya “Nasnameya şahidê di têkoşîna terorê de erk girtiye aşkere û belav kiriye” der barê Coşkun de doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Coşkun û parêzerên xwe amade bûn. Her wiha Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Senîkaya Basin Îş'ê ya DÎSK’ê Faruk Eren û gelek rojnamegeran destek dan û dozê şopandin.
2 SAL Û 3 MEH CEZA
Coşkun û parêzerên wê parastin kirin û beratê xwestin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran û Coşkun red kir û bi îdiaya ““Nasnameya şahidê di têkoşîna terorê de erk girtiye aşkere û belav kiriye” 2 sal û 3 meh cezayê hepsê da Coşkun. Dadgehê ceza danexist û taloq jî nekir.