NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kerkûkê duh bi şev li gelek qadan êrîşên bombeyî pêk hatin û êrîşan de zarok jî dinavê de 11 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Bexdayê ya navenda Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê dun bi şev 4 êrîşên bombeyî pêk hatin û di encama êrîşên bombeyî de, zarok jî dinavê de 11 kes birîndar bûn. Berdevkê Rêxistina Polîsên Kerkûkê Efrasiyaw Kamîl li ser 4 êrîşên li Kerkûkê pêk hatin axivî û got: “Êrîş ji bo çavtirsandina gel hatine kirin. Li kolana Bexdayê, li taxa Arap, li ber Nexweşxaneya Zarokan a Kerkûkê û li taxa Şoriceyê êrîş pêk hatin. 3 bombeyên destan avêtin hewşa Nexweşxaneya Zarokan û ji ber teqînê 5 kes birîndar bûn."