ANTALYA – Li Antalyayê bi îdiaya “Dê alîkarî bidana kesên çalakî pêk bînin" 11 kes hatibûn binçavkirin. 9 kes hatin berdan û 2 kes jî bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin girtin.
Li Antalyayê di 14’ê tîrmehê de bi îdiaya “Dê alîkarî bidana endamên rêxistinê yên ji bo çalakiyê bên Antalyayê” 11 kes hatibûn binçavkirin. Her 11 kes jî duh sewqî Edliyeya Antalyayê kirin û îfadeyên 11 kesan hatin girtin. 9 kes hatin berdan 2 kes jî bi îdiaya li ser medya civakî “propaganda rêxistinê kirin e” hatin girtin.