RIHA - Hat diyar kirin ku qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê tayînê Şaredariya Xelfetî hat kirin, hemû xebatên rê yên berî hilbijartinê dabûn dest pê kirin di nivî de hiştin û welatiyên dixwazin gilî û gazincên xwe bînin ser ziman jî, nahêle bikevin avahiya şaredariyê.
Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê weke qeyûm di 23’yê Kanûna 2016’an de tayînê Şaredariya Partiya Herêmên Demokratî (DBP) a Xelfetî ya Rihayê hat kirin, ji roja hatî ser peywirê û vir ve li parkan mêze nake û hemû xebatên rê yên berî hilbijartinê dabûn dest pê kirin jî, di nivî de hiştin. Hemû xebatên rêyên taxên Omerlî, Gurluce, Gulaçan, Durak, Bulakli, Çakilli, Altinova û Gozelî yên di nivî de hiştin, kevirên parkeyên ji bo nava kolanan anîbûn jî, di qadên taxan de hiştin. Piştî qeyûm hat tayînkirin, weke hemû bajarên din, polîsên hêzên taybet li ber şaredariyê nobetê digirin û bi bariyeran derdora baxçeyê şaredariyê girtine. Dîsan çar aliyên avahiya şaredariyê bi alên mezin ên Tirk tije kirine.
PIRSGIRÊK HENE, LÊ MUXATAP TUNE YE
Dîsan li bajêr boriyên kanalîzasyonan hemû derketine derve û di arîzeyek biçûk de jî dê bibe sedama nexweşiyan li derdorê belav bike. Çopa taxan nayê paqij kirin û li taxan çop ser hev kom bûne. Hat diyar kirin ku welatiyên dixwazin gilî û gazincên xwe bînin ser ziman jî, destûr nayê dayîn bikevin şaredariyê. Yek ji qadên para xwe ji xemsariya qeyûm girtiye jî, qada turîzmê ye. Cih û warên dîrokî nayên paqij kirin û welatiyên dikevin nava qadê 25 TL perê didin. Ji vê rewşê herî zêde dikandar bi gazincin. Ji roja ev pêkanîn hatin dest pê kirin û vir ve dikandar baş kar nakin û êdî turist pir kêm tê navçeyê.
DALIQANDINA ALÊ FERZ KIRIN
Qeyûm ji bo dikandarên taxên çolter û navçeyê daliqandina ala Tirk ferz kir. Qeyûmê navçeyê Şeref Albayrak bi taybetî bi destê xwe ala Tirk li dikandaran belav kir û bi wesayîta anonsa şaredariyê got hemû dikandar neçarin alê bi dikanên xwe bikin. Hat îdîakirin ku kesên alê bi dikanên xwe ve nekin, dê 5 hezar TP cezayê pere li wan bibirin.
BÊYÎ KU BIPÎVIN TESPÎTA RÊ DAGIRKIRINÊ KIRIN!
Welatî Şeref Gurkan ê li navenda navçeyê qehwevaniyê dike, ligel ku ruxseta wiya kar bike hebû jî, bi hinceta rê dagir kiriye, dîwarê qehweya wî rûxandin. Gurkan, anî ziman bi zor û zehmetiyek mezin ruxseta xwe girt, lê qeyûmê ruxsat dawî wî, piştî 2 mehan şûnde hat cihê karê wî xerab kir. Gurkan, zanî ziman ku di hilbijartinan de dengê xwe dide HDP’ê û got: “Ji ber vê yekê, qeyûm ez ceza kirim.”