AMED – Li gundewarên navçeya Licê ji ber operasyonên leşkerî karê sewalkariyê anî asta xelaskirinê. Berê li herêma Licê 200 hezar serî pez û çêlek hebûn, lê niha hejmara van sewalan daketiye 30 hezarî.
Li gund û gundewarên navçeya Licê ya Amedê di 3 salên dawî de operasyon berfireh, dem dirêj û pevçûnên dijwar diqewimin. Operasyonên leşkerî, qedexekirina herêman û pevçûn, bandorek neyînî li ser jiyana welatiyan dike û karê sewalkariyê aniye asta xelaskirinê. Di 10 salên dawî de hejmara pez û çêlekên li herêma Licê ji 200 hezarî bêtir bû. Ev hejmar îro daketiye 30 hezarî. Ji ber sedemên operasyon û qedexekirina herêman welatiyên li herêmên çolter dimînin neçarin sewalên xwe bifiroşin û ji herêmê koçber bikin.
'EM NEÇAR MAN SEWALÊN XWE BIFIROŞIN’
Her wiha welatiyên li çol û çiyayan sewalkariyê dikin jî, her roj ji ber gulebaran û bomberana leşkerî bi mirinê re rû bi rû dimîn in. Li gel van şert û mercên zehmet ên mirinî jî welatî li herêmê dijîn. Ji şêniyên gundê Xanûkê ya Licê Halî Erol (57) ê nîvî temenê wî bi xwedîkirina sewalan re derbas bû, diyar kir ku 200 serî pez û çêlekên wî hebûn û got: “Ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyên derketina derve min sewalên xwe firotin. Ji ber nikaribûm sewalên xwe bibim çiya û biçêrînim, min firot. 10 çêlekên min man e. Bi van jî debara me bi zor dibe.”
'DERDORÊ LI ME TENG DIKIN’
Erol, anî ziman ku 10 sal berê li navçeyê ji 4 pariyan 3 parî her kesê sewalkarî dikirin û wiha dewam kir: “Dema em sewalên xwe dibin çolê, leşker me asteng dikin û li ser me lêgerînê pêk tînin. Ji me re dibêjin ‘tiştek bê serê we em ne berpirsyar in.’ Tevî hemû astengiyan em neçarin sewalên xwe biçêrînin. Hawîrdorê le me teng dikin û me bi sînor dikin. Herêmê bomberbaran û gulebaran dikin. Ji ber van sedeman jî gelek kes dest ji sewalkariyê berdan. ”
Erol, xwest beriya her tiştî bila dawî li operasyon û qedexeyan bê û got "Ew jiyanek aram û aştiyane li ser axa xwe dixwazin."
MA / Mehmet Şah Oruç