STENBOL – Di çarçoveya lêpirsîna li dijî koma Adnan Oktar de ji 187 gumanbarên hatin binçavkirin, Adnan Oktar jî di nav de 135 kes hatin girtin.
Komên Miduriyeta Şaxa Têkoşîna Li dijî Sucdariyên Malî ya Stenbolê di 15’ê tîrmehê de li Stenbolê li dijî koma Adnan Oktar operasyon li dar xistin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de 187 kes hatin binçavkirin. Adnan Aktar jî di nav de 182 kes duh sewqî edliyeyê kirin. 5 kes jî li emniyetê berdan. Ji 176 kesan Adnan Oktar jî di nav de 135 kes bi sûcdariya “Bi armanca sûckirinê rêxistin avakirin”, “Îstîsmarkirina zayendî ya zarokan”, “Êrîşa zayendî ya biwesf”, “şantaş”, “qîmeta hebûna mal derbixe derveyî welat”, “Bi tundû û gefan kes ji azadiya wî kirin” hatin girtin.