NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkanîna OHAL'ê ya di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin û 7 caran hat dirêjkirin, 2 sal şûnde hat rakirin.
Pêkanîna Rewşa Awarte (OHAL) a di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin û 7 caran hat dirêjkirin, 2 sal şûnde hat rakirin. Pêkanîna OHAL'ê ya piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin, di18'ê Tîrmeha 2018'an de hat rakirin. Di çarçoveyê OHAL'ê de, 32 KHK hatin weşandin, 125 hezar û 800 peywirdarên çemawerî ji kar hatin avêtin, gelek sazî û dezgehên weşanê, weqf û komele hatin girtin.
OHAL'ê di pişt xwe de 2 salên tije, sansûr, êrîş, îşkence, girtin, qanûnên ne cezakirinê û binpê kirinên mafan hiştin.