AMED – Heyeta HDP’ê ya Amedê di nav de parlamenter jî hebûn çû serdana sersaxiya endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ku rastî serdegirtinê hatibû.
Parlamenter û rêveberên HDP’ê yên Amedê ku ji heyetekê pêk dihatin çûn serdana sersaxiya endamê HPG’ê Mehmet Yakişir a li Mala Şînê ya Dêrcimt a Licê ku li navçeya Rezanê ye ya ku rastî serdegirtina polîsan hatibû û 4 kes binçavkiribûn û berdabûn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari yên ji ber tev li merasîma cenaze bûbûn û lêpirsîn derbarê wan de hatibû destpêkirin, Dersim Dag û Semra Guzel, Hevserokên HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci û Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak û rêveberên partiyê çûn serdanê.
‘TU HÊZ NIKARE ME JI GELÊ ME BIKE’
Malbata Yakişir heyeta HDP’ê pêşwazî kir û fatîha xwendin. Parlamenter Musa Farisogullari axivî û bertek nîşanî serdegirtina mala şînê da û got: “Ev serdegirtin nayê qebûlkirin. Em pêkanîna li ser mala şînê û binçavkirina 4 kesan şermezar dikin. Em ê xwedî li nirxên gelê kurd derkevin. Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe bin û nirxên wan biparêzin. Tu hêz nikare me ji gelê me bike. Em bi îradeya gelê xwe hatin hilbijartin. Wezîfeya me parvekirina êş û dilxweşiya gelê me ye. Cih negirtina li cem gel bêrûmetiya herî mezin e. Em ê di vê çarçoveyê de heta dawiyê li ba gelê xwe bin.”