AMED – Dadgehê biryara rawestandina doza derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” hatibû vekirin red kir.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye” hatibû girtin û derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Aydenîz li 10’emîn Dadgeha Cezyê Giran a Amedê hat dîtin. Aydenîz tev li danişînê bû û dozgerê dozê bi boneya Aydenîz bû parlamenter xwest darizandin li gorî pêwîstiya xala 83’an a makezagonê bê sekinandin.
Heyeta dadgehê diyar kir ku darizandina Aydenîz di çarçoveya xala 14'emîn a makezagonê de ye û daxwaza dozger red kir.
Heyetê danişîna dozê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin taloqî 28'ê kanûnê kir.