RIHA – Xizmên wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bav û du kurê wî li Pirsûsê kuştibûn. Osman Şenyeşar ê bira û du biraziyê wî hatin kuştin got ji ferdê malbata Yildiz, Faîk Yildiz gef lê xwarin e û derheqê Yildiz de giliyê sûc kir.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîranê de xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. Birayê Esvet Şenyaşar, Osman Şenyaşar diyar kir ku ji ferdê malbata Yildiz, Faîk Yildiz gef li wî xwariye. Şenyaşar têkildarî mijarê çû Dadgeha Rihayê û di derbarê Yildiz de giliyê sûc kir.
Şenyaşar destnîşan kir ku Faîk Yildiz li ser rêya medya civakî gef lê xwariye û di daxwaznameya xwe daye dozgeriyê de jî diyar kiriye ku tiştek bê serê wî Faîk Yildiz û malbata Yildiz berpirsyar e. Şenyaşar anî ziman ku ferdên malbata Yildiz bi hêza ji dewletê digire tiştên dixwazin dikin û niha jî dest bi gefan kirin e.