AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Mehmet Şerîf Çamci destnîşan kir ku ew li pişt wekîlên xwe yên beşdarî merasîma cenazeyê endamê HPG'ê Mehmet Yakişir bûne û wekîlên wan a rast kirin e.
Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê endamê HPG'ê Mehmet Yakişir bûn Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn li wan dabû destpêkirin. Pişt re polîsan avêtibû ser Mala Serxweşiyê ya Dêrcîmtê ya Licê ya li Amed û 4 kes binçavkiribûn û pişt re berdabûn. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li avahiya xwe têkildarî mijarê civîna çapemeniyê li dar xist.
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Dersîm Dag, Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farîsogûllari, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, Hevserokên HDP'ê yên bajêr Mehmet Şerîf Çamçi û Fîlîz Bûlûttekîn, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşîde Toprak û rêveberên HDP'ê tev li bûn.
'WEKÎLÊN ME YA RAST KIRIN'
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Çamçi di civînê de axivî û got: "Em Kurd, vê rejîmê û kiryarên wê ti carî qebûl nakin. Em dixwazin bêjin ku nerazîbûn, têkoşîn û berxwedana me ya li dijî vê yekê wê bibiryardarî dê bidome.
Parlamenterên me Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari li gorî rastiya gel têkoşîna siyasî dimeşînin. Hûn çiqasî hewl bidin krîmînalîze bikin jî, wekîlên me li gorî rastî û pêwîstiya gelê me tevdigerin.
Em bi Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari serbilind in ku ji ber beşdariya li merasîma cenaze ketine ber lêpirsînê. Ji aliyê exlaqî û dînî ve bi ti awayî ne sûc e ku mirov tevlî merasîma cenazeyê gerîlayekî bibin, êşa malbata wî mirovî parve bikin û li cem wan û nirxên gelê xwe bisekinin."
'HÛN HÊRSA GEL ZÊDE DIKIN'
Çamçi nerazîbûn nîşanî serdegirtina li mala serxweşiyê da û destnîşan kir ku ev yek hêrsa gel zêde dike. Çamçi êrîş bi tundî şermezar kir û got: "Em careke din radigihînin ku em ê bi dilsoziya bi nirên xwe vê têkoşînê bidomînin."
HDP'yî piştî daxuyaniya çapemeniyê berê xwe dan Mala Şînê û malbata Yakişir ziyaret kirin.