AMED - Platform Têkoşîna ji bo Jinên Hatine Destgirkirin, bernameya xwe ya derbarê 3'ê Tebaxê Roja Qirkirina Jinên Êzidî de aşkere kir.
Platforma Têkoşîna ji bo Jinên Hatine Destgirkirin, bernameya xwe ya çalakiyên ku wê ji bo 3'ê Tebaxê Roja Qirkirina Jinên Êzidî li dar bixe bi civîneke ku li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê pêk anî aşkere kir. Di civîna ku hat lidarxistin de li gel endamên platformê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan ya Êlihê Feleknas Uca û Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî Amade bûn.
Endama Platformê Şukran Mizrak daxuyanî xwend û diyar kir ku di 3'ê Tebaxa 2017'an de li gorî hejmara fermî 5 hezar Şengalî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin. Mizrak pişt re jî bernameya çalakiyan ku wê li dijî komkujiyê li dar bixin aşkere kir.
Bernameya çalakiyên ku wê di navbera 1 û 3'ê Tebaxê de li dar bixin wiha ye:
1'ê Tebaxê: Wê bi panel, semîner û pêşangeha wêneyan balê bikişînin ser komkujiyê.
2'ê Tebaxê: Li ser Twîtter ê saet di 20.00'an de bi hastagiya “#3ağustos” di twîtterê de bixin rojevê.
3'ê Tebaxê wê saet di 11.00'an de çalakiyeke bê deng a deqeyekê bê li darxistin û piştre jî wê daxuyanî bê dayîn.