AMED – Li aliyekî îktîdara AKP’ê dide xuyakirin dê OHAL’ê bi dawî bike û li aliyekî din jî lez daye çêkirina kuleyên li ser rêyên bejahiya bajarên herêmê. Ji Mêrdîn heta Amedê li çep û rastê rê gellek kuleyên çavdêriyê hatin avakirin.
Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê ya 2016’an di 20’ê Tîrmeha 2016’an de AKP’ê Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir û AKP got dê piştî du salan OHAL’ê bi dawî bike. Tê gotin her çiqas îro OHAL bê rakirin jî lê hiqûqnas û nûnerên partiyên siyasî yên muxalefetê diyar dikin ku piştî sererastkirina qanûnên OHAL’ê dê ev rewş mayînde bibe. Balkêş e li aliyekî OHAL tê rakirin û li aliyê din jî li tevahiya bajarên herêmê kuleyên leşkerî, cerdevan û polîsan bi hinceta “çavdêriyê” ava dikin.
Li gorî nûçeya e-rojnameyê; bi taybetî ji Mêrdînê heta Amedê leşkeran li çep û rastê rêya bejahiyê gellek kuleyên çavdêriyê ava kirin. Her kuleyek ji wan 3 qat e û bi qasî 10-12 metroyan bilind e. Kuleyên ku çêdikin zirxî ne û derdora wan jî bi bolokên betonê hatine dorpêçkirin. Beriya niha jî li gelek çolterên bajar û navçeyên herêmê qereqol û kalekol ên modern hatibûn çêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çi rêyên bejahiyê yên ji bajarên din tên Amedê li ser hemûyan kuleyan ava kirin e û herêmê çavdêr dikin. Li ser rêya bejahiyê ya Êlih û Amedê û li ser rêya bejahiyê ya navçeya Farqîn û Amedê jî ev kule hatine çêkirin.