ENQERE – 11 girtiyên, bi daxwaza Yekîtiya Neteweya Kurd kom bibin ji Nûnertiya PDK'ê ya Enqereyê re name şand. Îdareya girtîgehê jî bi hinceta “Name tundiyê rewa dike û rê li pêş teşwîka tundiyê vedike" name desteser kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM'ê da û piştî AYM'ê lêkolîn kir biryar da ku Name tundiyê rewa nake û rê li pêş teşwîka tundiyê venake.
11 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ji bo Yekîtiya Netewa Kurd name ji Nûnertiya PDK'ê ya Enqereyê re şandin. Rêveberiya Girtîgeha tîpa T a Karabukê jî nameya girtiyan jî bi hinceta “Name tundiyê rewa dike û rê li pêş teşwîka tundiyê vedike" name desteser kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM'ê da û piştî AYM'ê lêkolîn kir biryar da ku Name tundiyê rewa nake û rê li pêş teşwîka tundiyê venake.
Ji girtiyên ku name şand Muhittin Pirinççîoglu, piştî nameya wan hat desteserkirin bi sedema mafê wan ê ragihandinê hatiye îhlalkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) jî piştî lêkolîn kir biryar da ku Name tundiyê rewa nake û rê li pêş teşwîka tundiyê venake.