AMED - Polîsan bi ser Mala Şînê ya Lice Demcîrt a ji bo endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ku li Giresûnê di şer de jiyana xwe ji dest dabû şîn hatibû danîn de girtin. Ji malbata Yakişir 4 kes hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan.
Malbata Yaşikir, li Amedê piştî endamê HPG’ê Mehmet Yakişir li Giresûnê di şer de jiyana xwe ji dest da li Mala Şînê ya Lice Demcirt a li Taxa Rezan a Amedê şîn dan. Malbata Yakişir piştî sersaxî danî polîsan bi ser mala şînê de girt û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamê HPG’ê Yakişir kom kirin. Polîsan endamên malbatê Salih, Fatma û Remziye Yakişir û Ramazan Yanar binçav kirin. Polîsan 4 kesên binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan û piştî îfadeya wan girtin serbest berdan. Der barê parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari de jî bi sedema ku tev li merasimê bûne lêpirsîn hat vekirin.