WAN - Dadgehê, ji ber dimenên tundiya cerdevanan a li dijî zarokekî tîne ziman kir nûçe, bi îdîaya "Bi riya çapemeniyê îftîra kiriye" 1 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdrîs Yilmaz birî.
Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê di 22'ê Çile de bi sedema agahiyên der barê operasyona Efrînê de li ser medya civakî parve kirine hat girtin û diviya bû ji vê dosyayê di 16'e Gulanê de bihata berdan. Der barê Yilmaz de ji dosyayek din a meha Sibatê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" dozek din hatibû vekirin. Der barê Yilmaz de biryara girtinê hatibû dayîn. Yilmaz ku girtî tê darizandin, ji dozek din hat darizandin û rastî ceza hat. Bi sedema ku Yilmaz li Navçeya Erdîşa Wanê dîmenê ku cerdevan li dijî zarokekî tundiyê dike parve kir û kir nûçe doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê ya bi hinceta "Bi riya medya îftîra kiriye" li 1'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Erdîşê hat dîtin. Yilmaz li Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê bi riya SEGBÎS'ê tev li danişine bû.
'LI ŞÛNA CERDEVANAN EZ TÊM DARIZANDIN'
Di danişinê de parêzer û malbata Îdrîs amade bûn. Yilmaz bi riya SEGBÎS'ê paratin kir û wiha got: "Ez rojnameger im. Ez li ser berjewendiyê civakê nûçe çê dikim. Di mijara nûçeyêde peywirdarê cemaweriyê karê xwe xerab pêk anî. Li dijî zarokên bê parastin tundî bikar anîn. Nûçeya ku min çê kir dîmen û belgeyê wêhene. Şahid hene. Li vir li şûna cerdevan bên darizandin, ez têm darizandin. Nûçeya ku min çê kir, di çarçoveya azadiya ramanê de min kir nûçe:"
Prz. Savaş Avci jî parastin kir û got: "Dema ez li îdîanameyê dinerim zikê min diêşe. Berî her tiştî çima dozger ev doz vekiriye wade nadim. Tiştekî sûc li holê tune ye."
Pişti parastinan, heyeta dadgeh li gorî îdiaya dozger biryar da û li Rojnameger Yilmaz 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.