RIHA – Li Rihayê siyasetmedarê piştî 20 meh derxistin dadgehê nehatin berdan.
Li Rihayê di 11’ê kanûna 2016’an de ji ber xebatên siyasî Hevseroka HDP’a Rihayê ya berê Leyla Akçan, Hevşaredarê Xelfetî Mustafa Bayram, siyasetmedar Îsmaîl Kaplan, rêveberê HDP’a Rihayê Mehmet Bînîcî û Hevserokê HDP’a Bêrecûkê Ahmet Kiliç hatibûn girtin û ji dozê tên darizandin. Danişîna ewil a siyasetmedaran piştî 20 mehan hat dîtin.
Siyasetmedar Îsmail Kaplan ji dozê serbest tê darizandin. Ji bilî Ahmet Kiliç û Kaplan girtî û parêzer tev li danişînê bûn. Danişîna ya ku li Dadgeha Rihayê hat dîtin bi xwendina îdianameyê dest pê kir. Pişt re siyasetmedaran parastina xwe kir û sûcdariya li wan hatiye kirin red kirin û gotin wan di çarçoveya siyaseta demokratîk de siyasetê birêve biriye û berdana xwe daxwaz kirin.
Parêzeran jî da zanîn ku girtina dem dirêj a miwekîlê wan veguheriye cezakirinê û ji ber vê dema dirêj divê demildest miwekîlên wan bê bedan.
Piştî navberdayînê heyeta dadgehê daxwaza girtî û parêzeran red kir û biryara dewama girtina siyasetmedaran da û danişînê taloqî 6’ê Îlonê kir.