COLEMÊRG – Li gundê Rindikê ya Colemêrgê VEDAŞ’ê ceryana Nazîme Olmez a ducanî birî. Olmez got 10 roj in di germa 40 pile de bê ceryan dijîn.
Li gundê Rindikê ya girêdayî navenda Colemêrgê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Golawanê (VEDAŞ) ceryana Nazîre Olmez a ducanî birî. Hat zanîn ku bi hinceta Olmez deynê ceryana xwe ranezandiniye 10 roj in ceryana wê qût kirin e û di bin germa 40 pileyî de dijî. Olmez diyar kir ku bi rojan e ji bo xwe û zarokên xwe ji hewa germ biparêz e li cem mala xizmên xwe dimîne û bertek nîşanî mexduriyetê anîne serê wê da.
‘BÊ WÎJDANÎ YE’
Olmez derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev 10 roj in em bê ceryan di bin vê germê de dijîn. Xwarinên xwe ji bo ez ji germê biparêzim dibim di avê de dicemidînim. Ava cemidî nîne. Ez ducanî me. Keça min biçûk heye, lê ez nikarim avekê jî germ bikim. Jixwe hejvînê min bi kontrola edlî hatiye berdan û li mizgefta gund paqijiyê dike. Dema ji mizgeftê derkeve, lêpirsîn lê tê vekirin. Di rewşek wiha de dê çawa bixebite û heqê faturayê bide. Me mexdur dikin û dixwazin em fatureyê razînin. Qeweta me ya razandina fatureyê nîne. Di vê germa havînê de birîna ceryanê bê wîjdanî ye.”