Omer Ocalan: CPT ji armanca xwe dûr ketiye

  • rojane
  • 09:17 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser tercida ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û helwesta CPT'î. Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’î ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire, lê li hemberî îşkencela li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdê de ji armanca xwe dûr ketiye û di polê de maye. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin, ji 27'ê Tîrmehê heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha heyet nikarin biçin Îmraliyê û nikare diyalogê bi derve re pêş bixe. ji 11'ê Îlona 2016'an  heta niha malbat bi tu awayî agahî ji Ocalan nastinin. Herî dawî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de çû li Îmraliyê hevdîtin kir û ji wê demê heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê stendin. Ocalan, 19 salin di bin tecrîdê de tê girtin û hemû agahî ji ser wî qut bûne. Bi tu awayî agahî ji ewlehî, tenduristî û jiyana Ocalan nayê girtin. Komîteya Rêlipêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ku li dijî îşkenceyê lêkolîn dike û raporan amade dike. tevi hemû daxwazên parêzer, malbat û heyetê naçin Îmraliyê û der barê rewşa Ocalan de nabe xwedî agahî û lêkolîn nake. 
 
Têkildarî tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan u helwesta CPT'î Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’î ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire, lê li hemberî îşkencela li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdê de ji armanca xwe dûr ketiye û di polê de maye. Ocalan, anî ziman ku CPT, li dijî hebûn û armanca xwe tev digere û CPT di milê tecrîda li ser Ocalan de ji armanca xwe dûr ketiye û wiha got: "Divê CPT bi lez erka xwe pêk bîne û li ser daxwaza gelê kurd bi lez biçin Grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bike. CPT berê çû Îmraliyê û hin hevdîtin bi Ocalan re kirin. Divê hevdîtin bike û der barê rewşa Ocalan de gel rast agahdar bike. Em hem wekî malbat û hem jî wekî gelê kurd dixwazin bi lez agahî ji Îmraliyê bistînin. Sazî u rêxistinên parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî mixabin li gorî berjewendiyên siyasî tev digerin. Divê dest ji vê helwesta xwe berdin.
 
DI QADA NAVNETEWEYÎ DE HEVDÎTINÊN ME DÊ BIDOMIN
 
Omer Ocalan anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dê di qada navneteweyî de hewldan û serlêdanên wan bidomin û wiha lê zêde kir: “CPT dibe ku ji ber peymanên nava dewledan de agahî nede. Lê divê biçe Îmraliyê û der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de lêkolîn bike. Em dizanin Ocalan li Îmraliyê di çi şertan de dijî. Ewlehî û tenduristiya wî çiye em nizanin. Mixabin van rêxistinên li dijî tecrîdê êrî rol û mîsyona xwe winda kirine. Mixabin siyaset rê li pêş gelek tiştan digirin." 
 
‘DIVÊ BI LEZ BI OCALAN RE TÊKEVIN DIYALOGÊ 
 
Omer Ocalan herî dawî anî ziman ku piştî hevdîtina bi Ocalan re qut bû, li Rojhilata Navîn Şer gur bû û şerê li herêmê her ku diçe kûr û belav dibe. Ocalan wiha dawî li gotinên xwe anî: "Îro ji ber şerê li herêmê bi sedan mirov tên kuştin. Bi hezaran mirov her roj dibin penaber. Rol û rista Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn pir girîng e. Ji ber vê yekê daxuyaniyek ku Ocalan parve bike pir girîng e. Temas û diyaloga bi Ocalan re bê kirin pir girîng e. Hevdîtin û diyaloga bi Ocalan re bê kirin dê gelê li Rojhilata Navîn rehet bike. Em dîsa bang li CPT  dikin ku rol û rista xwe pêk bîne. Divê demek berî demekê biçe Îmraliyê û li gorî armanca xwe tev bigere. Em bagn li gelê Tirkiye jî dikin û em dixwazin bêtir li Ocalan xwedî derkevin. 

Sernavên din

19/07/2018
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:35 Pêkanîna OHAL'ê bi dawî bû!
18/07/2018
16:10 Heyeta HDP’ê çû serdana şîna Yakişir
15:41 Danişîna Yuksekdag hat taloqkirin
15:27 Dozger sekinandina dozê daxwaz kir dadger red kir
14:46 Dadgehê biryara berdewama girtina Demirtaş da
14:22 Malbata Yildiz ê AKP’î gef li malbata Şenyaşar xwar
14:03 HDP'ê destek da wekîlên xwe: Em li cem nirxên gelê xwe ne
13:45 Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike
13:38 Jin dê ji 1'ê tebaxê heta 3'ê Tebaxê çalakiyan li dar bixin
13:23 Ji bo Mehmet Tunç serî li AYM’ê dan
12:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan cara 772’yemîn hat redkirin
12:35 Nûçegîhana ANHA Dicle: Min nekarîbû Kobanê di wî halî de bihêlim û biçim
12:21 Li aliyekî OHAL’ê radikin û li aliyekî kuleyan ava dikin
12:06 Parlamenter Tosun: Bila ewil dozger cenazeyan radestî malbatan bikin
12:04 KCD’ê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
12:04 Serokê OSP'ê Çîftyurek: Qendîl çiyayê hemû kurdan e
12:03 Polîsê li Wanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
10:52 Aktar: OHAL û îşkence mayînde dibe
10:51 SDGF: Em dê di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amara bin
10:22 Birîndarên Pirsûsê: Bi pêlîstokan werin bîranîna 20’ê Tîrmehê
10:22 KADAV: ducaniya zarokên Sûriyeyî îhlala zagonen navneteweyî ye
10:01 AYM’ê nameya ‘Yekîtiya Neteweya Kurd' teşwîkkirina tundiyê nedît
10:00 Biryara ‘neşopandinê’ dan dosyeya xebatkarê NÇM’ê Balikesîr
09:44 Talûkeya mirinê li ber serê wane
09:40 Kesên çirûskên destpêkê yên Şoreşa Rojava vêxistin axivîn
09:39 Jina 90 salî hekîmtiyê dide jiyîn
09:38 Qeyûm Parka 4’ê Nîsanê ceza kiriye!
09:37 Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin
09:36 14 mehên girtî weke îşkenceyê derbas bûn
09:34 Dengdêrên Colemêrgê: Leyla Guven îradeya me ye divê berdin
09:29 ‘Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî dikin’
09:26 Bavê zaroka wî rastî îstîsmarê hat bang kir: Tu carî ser îstîsmarê negirin
09:24 Berxwedanê kana keviran girt niha jî dora kana mermerê ye
09:23 Mêşên hingiv ên Kafkas havînê li Erdexanê, zivîstinê jî li Artvînê ne
09:22 ‘Girtina saziyên jin û zarokan îstîsmar zêde kir’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09:00 Bi ser mala şînê de girtin
08:10 Piştî topbarana leşkerî agir bi daristana Çiyayê Gabarê ket
17/07/2018
17:08 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk
16:46 Li Şemrexê pevçûn: Karkerên TPAO’yê şandin kifşa operasyonê
15:44 Banga tevli danişîna Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu bibin
14:59 15 meh ceza li rojnameger Îdrîs Yilmaz birîn
14:58 Şahidê Komkujiya Dersimê Zilm îro jî didome
14:03 Piştî 20 mehan derketin pêşberî dadger
14:02 TTB: Em li Onur Hamzaoglu xwedî derkevin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Ceryana jina ducanî birîn
12:56 ÎHD 32 salî ye: Têkoşîna me ya rûmeta mirovahiyê dê bidome
12:55 Bertek nîşanî lêpirsîna lezgîn da: Wekîltiya gel viya dide ferzkirin
12:14 Rojnameger Oruç: Herî zêde min bêriya kameraya xwe kiribû
11:41 Îranê ji bo şivanên hatin binçavkirin pere xwestin
11:34 Bi kulmek komir û axa goran çûn Enqereyê: Em ji riya xwe venagerin
11:16 Li Amanosan 35 hektar daristan tev şewitî
11:09 Ji bo Rojnameger Turfent û Sayilgan serî li AYM'ê dan: Xala 14'an a PMME'ê îhlal bû
10:50 'Meclîs Herêmî ya Efrînê' biryara parvekirina axa gelê Efrînê stendin
10:15 Bi bayê bezê derbarê wekîlên HDP’ê de lêpirsîn destpêkirin
09:40 MSD'ê encamnameya 3'emîn kongreyê aşkere kir
09:39 Karkerên avdaniyê heqê keda xwe nastînin
09:20 Mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xwe yên girtî
09:19 Li taxa ku 19 rojin ceyrana wê tune welatî xaniyan vala dikin
09:18 Girtiyê nexweşê şizofrenî di yek hucreyê de tê girtin
09:17 Omer Ocalan: CPT ji armanca xwe dûr ketiye
09:16 Karkerê hat îxrackirin Gongordu: Ez rastî gefan têm
09:16 Modela jiyana hevpar a mirovahiyê: Rojava
09:14 Karkerên Flormarê: Em ê bi ser bikevin
09:13 Emniyetê got ‘biborîne’ dîsa jî doz vekirin
09:12 Li gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê dest pê kir
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN
16/07/2018
19:30 700 karkeran dest ji kar berdan
17:59 Nûçegihanê me Soylemez hat berdan
17:55 HDP’ê rewşa girtina Guven bir Meclîsê
17:09 Çiyayên Amanosê dişewitin
17:06 Sererastkirina OHAL’ê pêşkêşî Meclîsê kirin
16:20 16 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:06 Xwişka zaroka rastî îstîsmara O.B. hat di dadgehê de axivî
15:54 Doza ku Demîrtaş li Erdogan vekiribû hat redkirin
15:53 Hevserokên MSD'ê: Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîşî Sûriye û Iraqê dike
15:28 Malbatên Somayê dê bi Serokê HSK’ê re hevdîtin bikin
15:18 Danişîna doza 12 rojnamegeran taloq kirin
15:18 Nûçegihanê me Soylemez hat binçavkirin
15:10 Danişîna rojnameger û parêzeran destpê kir
14:58 ‘Daxwaza aştiyê ne sûc e, ji Onur Hamzaoglu re azadî'
14:51 Karkerên di grevê de bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin
14:26 Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepe, serdegirtin şermezar kir
13:53 HRW: Tirkiye qeydkirina penaberên Sûriyeyî rawestand
13:21 Polîsan mudaxeleyî malbatên Somayê kir
12:29 HDK: Di serdema nû de dê kolan esas bê girtin
12:23 Wezîrê Dadê: OHAL dê rabe, lê...
12:19 Li Pirsûsê kesek hat binçavkirin û kesek hat girtin
12:11 CHP’ê ji bo kongreya awarte îmze komkirin
12:10 Rojnameger Erdem Gul ji doza TIR'ên MÎT'ê beraet kir
11:57 3'emîn Kongreya MSD'ê destpê kir
11:15 Rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6
10:39 Hêjmara nexweş û mirinên li Şehbayê zêde dibin
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye