HATAY - Şewata li Çiyayê Amanosê dest pê kiriye didome. Li aliyê din hewldana vemirandina şewata bi qûntarên Çiyayên Amanosê ketiye didome.
Li daristanên nêzî taxa Bakras a qûntarên Çiyayên Amanos a navçeya Belen a Hatayê, ji ber sedemek nayê zanîn şewatê rû da. Ji ber bandora hewayê di demek kinde şewat mezin bû û ekîbên mudaxileyê bi 6 helîkopteran, 2 balafiran, 4 makîneyên kar û 10 ekîbên agirkuş re mudaxileyî şewatê kirin. Xebata vemirandina şewatê ya ekîban berdewam dike.