ÎZMÎR - Li Îzmîrê, di serdegirtina malan de, HDP’î jî di nav de 16 kes hatibûn binçavkirin. 16 kesên hatin binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Di serdegirtinên malan ên navçeyên Konak, Menemen û Karabaglar ên Îzmirê yên di 10’ê Tîrmehê de, 16 kes hat binçavkirin. Rêverên HDP’a Bajêr Gul Turgal, Ferît Turgal, Mahsun Koç, Mehmet Sadik Varkan û Gokhan Varkan jî dinavê de 16 kesên piştî îfadeyên wan ên li Midûryeta Polîsan hatin girtin, sewqî edliyê hatin kirin. Dozgerê îfadeya 16 kesan girt, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” bi şert serbest berdana kontrola edalî sewqî dadgehê kirin.
Dadgehê îfadeya 16 kesan girt û bi heman hincetê bi şertê kontrola edlî berdan.