WAN - Xwişka zaroka astengdar a rastî îstîsmara zayendî ya O.B. hat di danişîna dozê de şahidî kir û got: "O.B. xwişka min kir odeyê û dûre derî kîlît kir. O.B. berî derî kîlît bike jî got ‘Ez hacîme, melame û ev jî keça mine.’”
2’yemîn danişîna doza sûcdarê “îstîsmara zayendî” O.B. ê li Wanê îstîsmara zayendî li dijî zaroka 14 a astengdar ku ji bo tedawiyê çûbû gel wî pêk anî, li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê hat dîtin. Malbata zaroka rastî îstîsmarê hat, parêzer û aktîvîstên jinan beşdarî danişînê bûn. Bersûcê girtî O.B. bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
XWIŞKA ZAROK HAT GUHDAR KIRIN
Xwişka zaroka rastî îstîsmara zayendî hat di danişînê de axivî û wiha got: “O.B. berê xwişka min a mezin tedawî kir. Divê rewşê de baweriya me bi O.B. hat. Me ji bo xweşika min a nexweşiya xwînbûn pêre heyî li wî geriyan û hat mala me. Ligel me çend caran muayene kir. Herî dawî gava hat, me jêre ne gotibû were. Ew bi xwe hat mala me. Ez, dayîka min û xwişka min li malê bûn. Ji dayîka min kîlîta malê xwest. Xwişka min bi xwe re bir odeyê. Berî derî kîlît bike got ‘Ez hacîme, melame, ev jî keça mine.’ Heya nîv saetê bi xwişka min re di odeyê man. Min û dayîka min jî dest bi karê malê kir. Piştî demekê O.B. ji malê derket û çû. Xwişka min jî ji destşokê derket û tiştek ji me re ne got. Piştî du mehan xwişka min derket ser ban û xwest întîxar bike, derman vexwarin, porê xwe jêkir û tim digot, ‘Ez naxwazim bijîm, dixwazim bimirim.’”
O.B. GEV LI MALBATÊ DIXWE
Xwişk, da zanîn ku piştî 2 meh şûn de xwişka wê bûyerê vedibêje û wiha got: “Xwişka min got ‘Ez rastî îstîsmara zayendî ya O.B hatim. Ji min re got ger tu ji kesekê re bêjê ezê te û malbata te bikujim. Rewşa min başe. Hêza we têra min nake.’ O.B. bi vî awayî gef li xwişka min dixwe. Ji ber vê yekê tirsiyaye ji kesekê re bêje.”
Piştî xwişkê, bav mafê axaftin girt û got: “Ez dixwazim di asta herî jor de O.B. bê cezakirin.”
PARÊZERÊ O.B. JI DOZÊ PAŞVE VEKÊŞIYA
Di vê navberê de, parêzerê O.B. ji dozê xwe paşve vekişand û Baroya Wanê parêzerek nû tayînê dozê kir. Parêzerê nû tayînê dozê hat kirin, diyar kir ku heya dosyayê lêkolîn bike, dê nû parastinê bike.
Dûre ji parêzerên maxdûr Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur, parastin kir û wiha got: “Ji bo bersûc beşdarî danişînê nebe taktîk dike. Hemû bersûcên îstîsmaran taktîkên wiha dikin û bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînan dibin. Bi vî awayî dosye tê derengxistin.”
Şandeya dadgehê biryara da ku girtina bersûc O.B. berdewam bike, li benda rapora O.B. a nexweşe yan na ya ATK’ê bibîn in û danişîn talûqî 24’ê Îlonê kir.