STENBOL - Danişîna doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku rojnameger Huseyin Aykol û 11 rojnamegerên din tên darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgehê doz taloqî 10'ê Cotmehê kir.
Rojnameger Celal Başlangıç, Oncu Akgul, Faruk Eren, Ertugrul Mavioglu, Îhsan Çaralan, Fehim Işik, Celalettin Can, Omer Agin, Veysel Kemer, Dilşah Karakaya, Yuksel Oguz û Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem ku bi KHK'ê hat girtin, Huseyin Aykol bi sedema tev li Nobeta Piştevaniya Weşana Gişti bûn doz li wan hatibû vekirin. Danişîna dozê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerê rojnameya Ozcan Kiliç parastin kir û diyar kir ku rojnameger Huseyin Aykol û Fehim Işik wekî xwediye berhem tên girtin û ev yek li dijî hiqûqê ye. Kiliç, xwest pirsa gerînendeyê weşanê kîye be pirsîn û li gorî zagonan biryar bê dayîn. Prz Fikret İlkiz jî ani ziman ku ev darizandin li dijî zagonê ye û xwest tev beraet bibin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişina dozê taloqî 10'ê Cotmehê kir.