ŞIRNEX - Heyeta ku ji Nûnerên KCD, HDP û DBP'ê pêk hat malbatên karkerên di Kana Komirî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û sersaxî ji malbatan re xwestin.
Heyeta ku ji nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat malbatên 7 karkerên di Kana Komirê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir. Hevserokê KCD'ê Beryan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Leyla Birlik, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Emine Akça, Rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyê malbat ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin.