KCD HDP û DBP'ê malbatên karkeran ziyaret kir 2017-10-18 17:47:08 ŞIRNEX - Heyeta ku ji Nûnerên KCD, HDP û DBP'ê pêk hat malbatên karkerên di Kana Komirî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û sersaxî ji malbatan re xwestin.  Heyeta ku ji nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat malbatên 7 karkerên di Kana Komirê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir.  Hevserokê KCD'ê Beryan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Leyla Birlik, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Emine Akça, Rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyê malbat ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin.