ÎZMÎR - Nûçegihanê me Haci Soylemez ê ji bo nûçeya Nacî Dayangaç ê li Manîsayê di operasyona polîsan de hat kuştin bişopîne, çû ber Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê, hat binçavkirin.
Walitiya Manîsa di 12’ê Tîrmehê de, li Manîsayê operasyona “Narkotîkê” da dest pêkirin û ragihandibû ku di operasyonê de Nacî Dayangaç ê HPG’î hatiye kuştin. Nûçegihanê me Hacî Soylemez ê ji bo nûçeya Nacî Dayangaç ê li Manîsayê di operasyona polîsan de hat kuştin bişopîne, çû ber Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê û hat binçavkirin. Nûçegihanê me Soylemez gava li ber ATK’ê bi malbata Dayangaç re hevdîtin dikir, polîs hatin gel wî û piştî lêpirsîna GBT’ê telefona wî kontrol kirin. Polîsan piştî hesabê medya civakî kontrol kirin, Soylemez binçavkirin.
Nûçegihanê me yê hat binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Çankaya.