STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, serdegirtina avahiya navçeya Sancaktepe şermezar kir. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, diyar kir ku yên Tirkiyeyê dikin du enî ne HDP ye û got: “Ger desthilatdar dixwaza li cudakaran bigere, bila li nava xwe mêze bike. Divê êrîş û zextên li ser HDP’ê demildest bi dawî bibin.”
Polîsan duh di saetên nivîro de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokarîk a Gelan (HDP) a Sancaktepe girtin. Polîsan di serdegirtinê de, hevserokên navçeyê û rêvberên Bajên ên Stenbolê jî dinav de 16 kes hatin kirin, nivîsên nişatperest nivîsandin û derî şikandin. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê, ji bo şermezarkirina serdegirtinê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Alî Kenanoglu û Erol Katircioglu, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr û welatî beşdarî daxuyaniyên bûn. Daxuyanî li avahiya navçeyê pêk hat û polîsan derdora avahiyê girtin.
‘DÊ NEKARIN ME BÊ BANDOR BIKIN’
Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr, daxuyanî da û wiha axivî: “Dê nekarin bi êrîş û zextan HDP’ê teslîm bigirin. 16 hevalên me paşve kelepçe kirin û bi îşkenceyê kirin binçavan de. Li avahiyê nivîsên hêza dewletê temsîl dikin, nijatperest û bi hêrs nivîsandin. Bi van polîtîkayan dixwazin HDP’ê şûnde bidin. HDP partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ye. Ligel hemû astengiyan di 24’ê Hezîranê de ket meclîsê û serkeftinek mezin bi dest xist. Em êrîşên li ser partiya xwe şermezar dikin û tu carî qebûl nakin.”
‘DESTHILATDAR GER LI CUDKARAN DIGERE BILA LI NAVA XWE MÊZE BIKE’
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbo0lê Erol Katircioglu dûr axivî û wiha got: “Birêz Erdogan di 15’ê Tîrmehê de dibêje wî serkeftina demokrastiyê bi dest xwist. Gelo we bi serdegirtina avahiyên HDP’ê serkeftin bi dest xist? Suleyman Soylu jî gaşû berê serokê partiyek navê demokrasiyê têre derbas dibû, bû. HDP partiya hemû gelan hembêz dikeye. Yên Tirkiyeyê dikin du enî ne HDP ye. Desthilatdar ger li cudakaran bigere, bila destpêkê li nava xwe mêze bike. Divê demildest êrîşên li ser HDP’ê bi dawî bibin û hevalên me yên dibin çavan de bên berdan.”
Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeya “HDP hêviye, hêvî li ser piyane” bi dawî bû û piştî daxuyaniyê parlamenter derbasî avahiya navçeyê bûn.