NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), diyar kir ku Tirkiye qeydkirina penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiye rawestandiye. HRW'ê anî ziman ku ev li dijî hiqûqê ye û ev yek dê bi xwe re penaberan dersînor bikin, mafê penaberan ên tenduristî, perwerdehî û jiyanî ji destê wan bigirin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW), diyar kir ku Tirkiye qeydkirina penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiye rawestandiye. HRW'ê anî ziman ku ev li dijî hiqûqê ye û ev yek dê bi xwe re penaberan dersînor bikin, mafê penaberan ên tenduristî, perwerdehî û jiyanî ji destê wan bigirin. HRW'ê da zanîn ku rayedarên Tirkiye, li Stenbolê û 9 bajarên nêzî ser Sînorê Sûriye, qeyda penaberên Sûriye rawestandiye. Belgeyên Nasnameya Parastinê ku didin penaberan, penaberan ji binçavkirin û dersînorkirinê diparêzin. Ev belgeya ku didin penaberan, di heman demê de, penaber dikarin sûdê ji mafê xwe yê perwerde û tenduristiyê jî bigirin. Disa bi vê nasnameyê mafê xwe yê ku Yekîtîya Ewropa fonan dişîne bi dest dixin. Dikarin alîkariya Tora Ewlehiya Civakî ya Lezgîn jî bistînin.
TIRKIYE QEYDÊN SÛRIYEYÎYAN RAWESTAND
HRW'ê da zanîn ku Tirkiye qeyda penaberên Sûriye rawestand û bi vê yekê rê li pêş sûdgirtina mafên penaberiyê girt û wiha got: "Tirkiye di nava 3 salên dawî de deriyê xwe yê Sûriye li penaberan girtiye. Tirkiye, Sûriyeyiyên hewl didin derbas bibin, bê lêpirsîn û bê pirsîn, wan paşve vedigerîne. Kuştin û birîndarkirina wan berdewam dike." Heyeta HRW'ê di mela gulanê de li Hatayê bi 32 welatiyên Sûriyeyî yên li Hatay, Dîlok û Stenbolê ji bo demborî hewl dan qeyda xwe çêkin re hevdîtin kir. HRW'ê encama hevdîtinê û agahiyên bi dest xistin parve kir û wiha got:
Welatiyên Sûriyeyî, diyar kirin ku ji ber Nasnameya Parastina Dembarî nastînin, Polîsên Tirkiye wan bi komên ji 20 kesan pêk tê dersînor dike. Kesên nasnameyên wan tune me ji mafê perwerde û tenduristiyê bêpar tên hiştin. Gelek ji wan ji bo alîkariya tenduristî û civakî dîsa vedigerin cem malbatên xwe yên Sûriyeyê. Hin malbatên din jî ji ber ku tenê kesekî ji malbatê mafê qeydê stendiye, biryar dane ku dîsa vegerin Sûriyeyê. Hemû penaberên Sûriye her dem bi tirsa binçavkirin û dersînorkirinê dijîn. Ji bo ku ji aliyê polîsan ve nayên binçavkirin tevgerên xwe bi sînor kirine û nikarin serbest bigerin. Li 8 bajarên ser sînorên Sûriye yên Edene, Dîlok, Mereş, Kîlîs, Mêrdîn, Mêrsîn, Osmaniye û Riha karê qeyda penaberên Sûriyeyê piştî sala 2017'an, di sala 2018'an de nahatye kirin û qeydên wan çênekirine.
Li dijî daxuyaniya HRW'ê Nûnertiya Îdareya Koçberiyê ya Enqereyê ev yek înkar kir û da zanîn ku tiştekî wisa tune ye. HRW'ê da zanîn ku gelek penaber jî bi ruşwetê tên qeydkirin. Li gorî lêkolînê ji 3 kesan bi hevkariya navbênkaran bi riya bertîla 300 û 500 Dolarî karine qeyda xwe çêkin.