STENBOL - Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, diyar kir ku dê OHAL di nava çend rojan de rabe, lê piştî pêvajoya OHAL'ê têkoşîna li dijî Rêxistina Fethula Gulan (FETO) û rêxistinên din, bi awayekî herî bi biryar heta dawî bidome.
Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, li Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Stenbolê, beşdarî "Sempozyuma 15'ê Tîrmehê û Têkoşîna li Dijî Darbeya Nevteweyî" ku ji aliyê Platforma Hiqûqê ya Tirkiye ve pêk hat bû û got: "Di nava çend rojan de dê pêkanînên OHAL'ê bi dawî bibin. Lê rakirina OHAL’ê nayê wateya ku têkoşîna li dijî terorê b dnawî bibe. Pêvajoya OHAL'ê bi dawî bibe jî têkoşîna li dijî FETO û hemû rêxistinên terorê yên dixwazin Tirkiye têxin bin dorpêçê dê bidome. Gul, da zanîn ku di têkoşîna li dijî Rêxistina Fethullah Gulen de ji 94 dosyayên cuda 2 hezar û 161 girtî tên darizandin.