RIHA - Li Navçeya Pirsusê welatî Mirkelam Akcan, li kargeriya xwe hat binçavkirin. Welatî Mehmet Kayhan jî bi sedema cezayê wî hatiye erêkirin li malê hat binçavkirin û girtin.
Li Navçeya Pirsûs a Rihayê polîsan duh êvarî bi ser kargeriya welatî Mirkelam Akcan de girt û Akcan li kargeriyê binçavkirin. Polisan Akcan binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Li aliyê din polîsan welatî Mehmet Kayhan jî bi sedema 3 sal cezayê wî hatine erêkirin li malê binçavkirin û girtin. Kayhan pişti hat girtin Şandin Girtîgeha tîpa T a Rihayê.