STENBOL - Rojnameger û Nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ku ji doza TIR'ên MÎT'ê dihat darizandin beraet kir.
Danişîna doza Rojnameger û Nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ku ji doza TIR'ên MÎT'ê dihat darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna dozê de Rojnameger Gul û parêzerên wî amade bûn. Parêzerên Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî li salone amade bûn. Gul ku ji doza TIR'ên MÎT'ê dihat darizandin û bi îdîaya "Ewlehiya dewletê û sirrê dewletê xistine talûkeyê" doz lê hatibû vekirin beraet kir.