ŞEHBA - Komîteya Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd diyar kir ku ji ber derfetên kêm yên tenduritiyê li Şehba hêjmara nexweş û mirinan zêde dibin. Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Mihemed Şêxo, bang li rêxistin û aliyên têkildar kirin ku alîkariya tenduristiyê bikin.
Komîteya Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd li kantona Şehbayê bi derfetên kêm ji bo şêniyên Efrînê berpirsiyariya xwe pêk tînin. Nexweşxaneya Avrîn û gelek nuqteyên tendrûstiyê li herêmê û navçeyên kantona Şehbayê vekirin.
Li gorî nûçeya Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Elî Kedro û Cafer Cafo, ji ber dorpêçkirina kantona Şehbayê, komîteyên tenduristiyê nikarin derman û pêwîstiyên tendirûstî ji bo dermankirina nexweşan derbasî kantonê bikin. Nikarin nexweşan jî derxînin derveyî kantonê. Bi vê yekê metirsiyên mirin û nexweşiyan zêde dibin. Li gorî endamê Rêveber a Nexweşxaneya Avrîn a Navçeya Fafînê Mihemed Şêxo, ji ber dagikirina Efrînê ji aliyê komên çekdar û Tirkiyeyê ve komkujiyên ku li Efrînê li dijî sivîlan pêk aniye, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bibin. Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber dorpêçkirina kantona Şehbayê gelek astengiyan dikşînin û hin nexewşiyan ji ber kêm derfetan û kêmbûna dermanan, nikarin derman bikin, lewra gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin.
Şêxo, bal kişand ser pirsgirêkên qada tenduristiyê û got: "Pêwîstiya gelek nexweşan bi derketina dervî kantona Şehbayê heye. Pêwîstiya 30 nexweşên penceşêrê bi dermankirina lezgîn hene, 27 nexweşên wêranê, 7 nexweşên Telesîmiya û 450 nexweş li hêviya erêkirina derkertina dervî kantonê ne." Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku serdana kantonê bikin, rewşa azarên şêniyên Efrînê bi çavên xwe bibînin û alîkariya wan bikin da ku rê li ber wefiyatan bigirin.
Heta niha ji ber tunebûna derman, Zakê 1 salî Beyrem Dede, Welatiyê 45 salî Selah Îbrahîm, welatiyê 56 salî Selah Mihemed, keça 15 salî Meryem Ebdo, ciwanên 20 salî Mehmûd Meimo jiyana xwe ji dest dan.